16 Mayıs 2015 Cumartesi

Bejn û Bala Helbesteke Çak



                                                 Di şêr û helbestên xwe de Osman Sebrî temiyê, şîretan
                                                û nesîhetan li miletê xwe dike, temî û şîretên wî berê pêşîn ji keç
                                               û xortên Kurdra têne gotin…(1)
 

  Osman Sebrî, xweşmêr, çeleng û navê remza serbilindiyê. Xweşawaz, pend û şîretgeha keç û xortên kurd. Alkêşan û nobedarê xemla banê xweyî sor û gewr. Dîlokbêj û xweşbêjê zar û zêçên welatê xwe. Dijber û kelemê, bîrên kor û ko. Rêjenê, hişmendî û ferasetên bêhnçikiyayî û bayê xîretê…
   Ev ne pesn û methiyeyên bi qafiye, rewanbêjiyî û ciwankariyî ne, jixwe pêdivî û hewcedariya şerkar û serîhildêrên Hawarê bi tiştine wisa belaxîtî tune ye jî. Ev rasteqînî ye. Rasteqîniyeke ku xwebixwe evan bêje û gotinan bi meriv dide gotin. 
   Meriv çiqas qal bike û vebêje jî, bawerim wê têr neke, bo wê ez jî di vê gotarê de pir dirêj nakim û jixwe di vê nivîsarê de jî mebesta min ne kesayetî û jiyîna Osman Sebrî ye. Di vê gotarê de wê hewildana min, di bin sernavê Bejn û Bala Helbesteke Çak de, ji aliyê têma, cure, form, stîl, ziman û hwd. li gel hin binbeşan bes dahûrandin û tehlîleke helbesta Osman Sebrî be. 

Ji Aliyê Têma û Naverokê ve Helbesta Osman Sebrî
 
  Wexta meriv xwe noqî nav rist û bendên helbesta Osman Sebrî dike û di nav şet, pêl û gerînekên wê de qamiyê dike, bi awayekî hêsan helbesta wî ya dilê xwe dide der. Yanî ji bo têgihiştinê helbesta wî ne helbesteke girêkoyî û gijokî ye. Helbesteke şilfîtazî ye. Osman Sebrî bi vê armancê xwestiye ku civaka xweyî bindest yekser hişyar bike. 
     Têma û naveroka helbestên Osman Sebrî, bi piranî li ser welatperwerî, azadî, serketin û evîna welat, li dijî mêtinkar, feodal û nokerên kurd e. Li gel van têmayan şopên mît-fabilî, şoreşgeriyî û pir kêm be jî evîna rasteqîniyî xwe li helbestên wî rapêçane. Ji bilî van mijarên sereke, wekî têmayên binbeş jî, ji bo serketin û azadiya welat, bo xebat û felatê her teşwîqkirina xortên kurd di xwe de dihebînin. 
   Helbesta Osman Sebrî jî, wekî ya hevçaxên xwe bi têma û naveroka xwe helbesteke ku di tora siyasetê de ye. Li gor şert û şirûtên dema xwe û rewşa civaka xwe ya heyî wî jî pêdivî bi têmayeke polîtîk dîtiye. Û bi vî awayî xwestiyê bîr û hişmendiya civaka xwe, li gel kirêtî û bêxîretiyê çalak û zînde bike. 
   Wexta meriv bala xwe dide têmaya helbestên Osman Sebrî, bivê nevê jixweber meriv têma û kesayetiya wî, felsefa wî ya jiyanê berawirdî hevdu dike. Di vê berawerdikirinê de, meriv dibîne ku di navbeyna felsefa wî û têmayên wî de tu cudayetî tune ye. Helbesta wî jî bi têmaya xwe, her wekî wî serbilind e û xweşmêr e. Ku hîn di helbesta xweyî ewîlin a bi navê Berdêlik(2)ê de, wê serbilindî, xweşmêrî û metirsiya xwe dide der:  

… 
Min dil tucar nenalî
Min zar tucar nekalî
Bi dilhişkî bi lalî
Sînga xwe da ber riman.
 
       Bereksê jiyîneke derebegtiyî û heverastî vê jî, ji rewş û wezîyeteke mîrzayî, wî di çaxê xweyî bihariyî de, rastî û geremoliya civaka xweyî bindest û jihevketî dît û dijî vê dest ji mal û milkên heyî berda û bû paleyê gelê xwe û di helbesta xweyî bi navê Hêviya Nû(3) de vê wêrektiya xwe wiha dibêje:

Raza me li ber dergehê meyxaneyê naçim
Sermestî û bê heş
Mîna keşeyê sondxwarî paresteyê xaç im
Wergirtî cilê reş
Min xaç û pûtên xwe wekî Îbrahîm şikandin
Ez bûm bi serê xwe
Min şêx û mela, sofî û derwêş qewitandin
Ji pêşî derê xwe…   
 
      Her risteke helbesta Osman Sebrî, temî û şîreteke. Di helbestên xwe de, her xwestiye wekî mamosteyekî tevbigere, zanîn û ilma xwe bi civaka xweyî paşdemayî re parve bike. Û di ristên xwe de geh zimantûj û geh jî zimanfesîh e. Ew ne sofîstekî ilmfiroş e, bereksê wê, bo dîtin û ilmê xwe bigihîne nezanên civaka xwe, wî tirş û talanê derebegtiyî serobin kir û wekî dewrêşekî kurdperest kete rêya derd û cefayê. Bo nimûne, meriv dikare helbestên wî yî bi navê Diçin Hec(4) û Gelê Kor(5) ( ez ê li vir bes çend ristên helbesta wî ya Diçin Hec bidim) bide:

… 
Min lê vegerand bi dilekî kul û dengekî xurt: ho kalê xirfaz,
Ma tu dizanî bi çi awayî ji bo çi mayî, qels û belengaz!
Te xwe j’ bîra kir nema dizanî azahî çi ye, rûmet û namûs,
Neman li nik te rehên mêranî, te serî li ber koleyî pabûs. 
Te çavên xwe dan jiyînek terese dixwazî hemî holê pîs bijîn,
Vê kêmîya han ji bona însan pê razî nabin Xwedê û dîn.
Te diwazde milyon kurdên belengaz li paş xwe hiştin va ye diçî Hec
Ne bi meqresî, lê bi biratî divê digel te bikim şer û lec,…
Ji bo çi dewar, hêstira bin bar, bazin û guhar te hemî firot,
Xwe kir belengaz, zav û zêçên xwe te birçî hîştin kezeba wan sot.
Ev malkambaxî, west û dijwarî tev hemî ji bo ku bên Hecî ye,
Çûye Hîcazê û mala Xwedê gora Pêxember pev re dîtiye.
Ma çûna Hîcaz û mala Xwedê kinga dikarin te bikin aza,…
Divê şîyar bin ji vê xewa pîs, ji bo we şerm e êdî nivistin.
Te divê buhuşt lê tu nizanî, di ku re diçin buhuşta rengîn…
   
    Ji van ristan jî dixuyê ku, kurdperestî û rizgarkirina gelê kurd î bindest beriya her tiştî tê. Ku Osman Sebrî, di metafora kalê xirfaz de, civaka xweyî tena û xilmaşî hişyar dike û ji bindestî û paşdemayînê rizgarbûyîn û di vê rêyê de liv û tevger, ji çûyîna Hîcazê, mala Xwedê û tewafkirina gora Pêxember qenctir dibîne. Lewra ji bo gelê bindest Heca herî qedîm rizgarbûyîn e û ji bo kesekî bindest î belengaz çûyîna Hecê ne wacib e, bo wê xwe nagire û li dijî vê metaforê ne bi meqresî, lê bi biratî digel wê dike şer û lec. 
   Bes gazin û hêrsa wî ne ji bo kurdên nezan û cahil in. Ya ku dilê wî her gez dike û diêşîne yek jê jî kurdên bîrbir e. Di vê qada ku gur pîr bûye û li şûna wî rêvî lotikan davêje û kurdên ku bo dilxwazekê ji bîra dikin teht û latên xwe û li dû wê terriyê diçin û tevî karwanê xwînxwaran dibin, berê tîrên ristên xwe bi awayekî tûj û jenîn dide wan û ristên xweyî beyannameyî yên Ji Dest Bextê Reş Û Hevalên Şaş(6) wiha diseridîne:

… 
Em gazina xwe ji kurdên îro yên bîrbir 
dikin
Navê wan bîrbir, lê ew xweşbîr in bo welatê xwe
Bo dilxwazekê ji bîra dikin teht û latên xwe
Bi dilpaqijî ji bav û kalan hîn wêdetir in
Ne ji bona xwe; lê ji bo xelkê karin bimirin…

   Osman Sebrî di çarçoveya welatevîniyî-perweriyî û şoreşgeriyî de, piraniya helbestên xwe ji bo keç û xortên kurd hûnandiye. Wekî şîretkar û pendyarekî di helbestên xwe de temiyê li wan dike. Ji helbestên wî dixuyê ku ew xorta paqij û bê berejewendiyî dibîne. Di rêya azabûn û serbestiyê de yên ku wê bêhisab û kitab bi awayekî fidakar tevbigerin bes keç û xort in. Ev têma wekî min li jor jî vegot, têmaya rûhiyeta Osman Sebrî ye, ku di ciwaniya xwe de dev ji jiyîneke tijî nahmetên maddiyî berda û emrê xwe bo rêya welat fida kir. Di helbesta xweyî Ho Xort(7) de xortan hişyar dike û wiha dibêje:

… 
Bo çi tu?
Xwe qels dibînî,
Kêmtirî xelkê,
Dûvik û terrî,
Şermende,
Reben û bêkêr.
Çi roja,
Ku bûye şerr,
Ku bûye ceng,
Tu dibû serdar,
Tu bû nijdevan
Her tu bû piştmêr…
Heke zanibî,
Ji min bibhîse,
Şîreta biran.
An na,
Dê bê xapandin,
Ji dilpaqijî,
Bibî ji bo,
Rovî û guran.
 
   Osman Serbrî, çi dûr çi nêzîk her bi hêvîye ku wê rojekê ala rengîn berdêla wê çi be jî wê li ba bikeve û di Ala Rengîn(8) de wiha bang dike:

Min divê her tu bilind bî
Ala rengîn kesk û 
zer
Him xweşî him ceng û rûmet
Tên zanîn ji sor û gewr
Dûr nêzîk ezê te hildim
Tu yî xemla banê min
Ger bi vê derman mirin bî
Bo te gorî canê min…
 
    Ji bo azabûn û serbestiya welat ew her bi awayekî rikoyî tevgeriya ye û bo vê tucarî ji ya xwe daneketiye. Wexta meriv li jiyîna wî dinihêre; duwanzdeh caran zindan, çar caran sirgûn, tehdeyî û zordestî vêya piştrast dike. Û ji helbestên wî jî dixuyê ku doza wî her welat bûye. Rewşa welat nehiştiye ku ew serê xwe bi tiştekî dinê re biêşîne. Di nav helbestên wî de bes, helbestek heye ku ew helbest jî li surgûniyê, Madagaskar-Sent Mariyê/15.3.1936 nivîsiye. Ev helbest tenê derbareyê evîniya rasteqîniyî de ye. Ew jî helbesta Daylan(9) ne:

… 
Daylanê b’navê Xuda kî
Destê min bigrî û rakî
Dil xopan bûye avakî
Gêj û sînjarê te me…
 
    Osman Sebrî, qîma xwe bes bi helbestên asayî nehaniye û dest avêtiyê teknîk û montajên fabilî û bi awayekî hindekariyî tevgeriyaye. Wî zarokên welatê xwe ji bîr nekiriye. Bo wan helbestên dîdaktîk çi bi terzê fabilî û çi jî bi terzê helbesta asayî nivîsiye. Ji van helbestên wî yên wek fabilî hin jê ev in: Dîk û Rovî, Gurê Pîr, Tevdîra Mişkan, Roviyê Ker û hwd. 

Ji Aliyê Ruxsarî ve Helbesta Osman Sebrî
 
    Dema meriv helbesta Osman Sebrî raçav dike, digihê vê qinyatê ku wî jî piraniya helbestên xwe bi terz û stîleke kevneşopiyî nivîsiye. Û ji helbesta kurdî ya beriya xwe û keresteyên gelêrî haydar bûye û sûd wergirtiye. Rasterast, ne bi qalib û formên yên beriya xwe, lê bi rê û rêbazên cihê heverastî ya beriya xwe nivîsandiye. Jixwe ew bi xwe jî dibêje: Di biçûkaniya xwe da min ji çîrokan hez dikir. Çîrokbêjek li kû hebûya min dişande pê tanîn, an diçûm nik wî ji bo guhdarîya çîrokên wî bikim, nemaze çîrokên lehengan ên efsanewî. Piştî hinekî mezin bûm mêldariya şîîrî li nik min çar bû û min gelek şîîr ji ber kirin. Lê mixabin ku ji dîwana Melayê Cizîrî û Mem û Zîna Ehmedê Xanî pêva şîîrên kurdî li nikme tunebûn(10)… Û em di van helbestên wî yên bi navê Daylan û Gazin Ji Barzanî(11) şop û tesîra kevneşopiya helbesta kurdî nexasim jî şêwe û derbirîniya Melayê Cizîrî dibînin ku Cizîrî wiha dibêje:

Gulê baxê Îremê Bohtan im
Şebçiraxê şebê Kurdistan im(12)
 
    Li gel vê Osman Sebrî jî di helbesta xwe ya bi navê Gazin Ji Barzanî de wiha dibêje:

Rewşa gelê Kurd divê îro em wek bira bin,
Heya bikarin di şeva Kurd wekî çira bin.

Heman şêwe û derbirîn di helbesta wî ya bi navê Daylanê jî xwe dide der:

Lêv yaqût, didan mirari
Mest kirim pelka gihari
Wek Mesîh mirîyan dikari
Vejînî, ez mirde me. 
 
    Helbesta Osman Sebrî û ya hevçaxên wî, dema meriv wek keşkûlekê datîne ber xwe û xitim dike, ji wê keşkûlê nolî baxçeyekî biharî bêhna zargotina kurdî û keresteyên wê difûre. Ji erdnîgarî, dîrok, pergala jiyana çandinî, gundîtiyê bigire heta daw û damîlokên kurda têde cih digirin.  
   Osman Sebrî, di helbestên xwe de gelek çîrok û metelokên kurdî bi kar anîye, lewre bi van keresteyên folklorîk xwestiye hîmê helbesta xwe zexm bavêje. Lê wî ev keresteyên gelêrî bi awayekî rasterast û yekser di helbestên xwe de bi kar anîye. Bo nimûne meriv dikare helbesta wî ya bi navê; Şûrê Elo(13) bide:

Rojekê yekî qereçî, şûrê xwe yê kalankot
Anîbû gundê Elo, bazar dikir û difirot

Elo jî wek gundîyan, şûr hilda lê mêzekir
Derza di piştê nedît, bihayê wî zêdekir…
 
    Meriv vê bikaranîna wî ya yekser, ji nivîs û gotarên wî jî têdigihêje ku mebesta wî ne awayê semboliyî, lê yekser têgihiştin û hişyarkirina civakê ye. Bo vê wî serî li şêwe û awayê hemasî daye(ku min li jorê jî gotibû ku helbesta wî, helbesteke şilfîtazî ye). Bo vê meriv dikare helbestên wî yê bi navê Lawê Gel û Hêviya Kalemêr(14) bide:

Lawê gelê min, bes tu ma ye qels û nivistî
Di warê xebat, ji bo welat gelekî sist î.
Bêgane ma ye ji mafê gel, ma tu naêşî?!/Di warê rûmet kînga tu yê derkevî pêşî?(15)… 
 
    Ji aliyê nezmê ve helbesta Osman Sebrî, kêm zêde hin cureyên nezmê di xwe de dihebîne. Ji hêla serwa/qafiye her çiqas bê pîvan be jî, lê ji aliyê bend û malikan ve , ji teşeyên nezmê yên ku ji beyt/malikan (qesîde, xezel, mustezad, mesnewî û hwd.) pêk tên û yên ku ji bendan (muselles, murebba, muhemmes, museddes, musebba, musemmen, mutessa û mu’aşşer) pêk tên sûd wergirtiye. Bo nimûne meriv dikare helbestên wî yê bi navê Hêvîya Nû û Ket Destê Me Kurdan bo teşeya nezmê ya mustezadê (ji xezelê peyda bûye, ji ristikên wê yek dirêj a din kin e û li gor hin pîvanên weznê tê nivîsîn) bide:

Kes nîne ji dil bo gelê Kurd bike xebatê
Wek Ristim û îhsan
Bi destê zorê veke rêya jîn û felatê
Dilgeş bike kurdan (16)…
 
    Ji aliyê serwa/qafiyeyê helbesta Osman Sebrî, bi piranî av ji kaniya Ehmedê Xanî û mesnewiya ( teşeyeke nezmê ya ku bi heman weznê û her beyteke wê ji beytên din serbixwe biqafiye ye.) wî vexariye. Bo nimîne meriv dikare van helbestên wî bide: Hêvîya Kalemêr, Şûrê Elo, Xortê Hêja, Newroz, Gazin Ji Barzanî, Serdarê Bilind û hwd.

Çi zîvar û belengaz, cewelek tev civandin
Bi camêrî, yekdestî nîrê sitem şikandin

Berwaneka Hesinker di rewşa Kaweya
Xemilandin bi gewher ket methefa Îra(17)

Helbesta wî, ji aliyê weznê bi piranî bi wezna 7, 10, 12, 13 (Berdêlk, Sersala Min, Zozan, Marşa Aşîtiyê, Marşa Felatê, Yadê…) û hwd. hatiye nivîsandin. Sewt û awaza helbesta Osman Sebrî, ji aliyê serwa, paşserwa û weznê bi piranî pala xwe daye tîpên bideng:

Bi dilekî şikestî
Min deftrera xwe anî(18)
 
Ji aliyê ciwankariyê jî helbestên xwe gelek caran bi telmîhê(bibîrxistin) pişt rast kiriye û xwestiye hin tiştan bîne bîra civaka xwe û di helbestên xwe de hin telmîhên bi vî rengî bikaranîye: Maw-Sê-Tong, Dîyan-Bîyan-Fû, Ehmedê Xanî, Ristim, Îhsan, Mûsa,Kaway Hesinker, Dêrsim, Gelîyê Zîlan, Seyîd Riza
   Osman Sebrî, helbest bes bi şikl û şemala, qalib û pîvanên hişk nenivîsandiye. Di sala 1956an de, li hember wan qalibên hişkoleyî bi dîwana  Bahoz nemaze jî bi helbestên xweyî bi navê Bahoz, Ho Xort, Jan û Wefda Kurdî serî hil dide. Lê ev serîhildana wî pir nadomîne û dîsa li wan qaliban vedigere.

                                                                                                                     





                                                            Rêdûr Dîjle
                                                            2014/Amed 


Çavkanî
1) Tarîxa Edebyeta Kurdî, Cild I, Stokholm, 1983, r.169
2) Kovara Hawarê, weş. Belkî, 2012, hej.2, r.33
3,4,5,6,8,9,10,11,13,14,15,16,17,18 ) Sebrî, Osman., Dîwan, weş. Perî,2004, r.68, 80, 48, 82, 23, 65, 20, 39, 33, 32, 127, 68, 37, 57
7 ) Sebrî, Osman., Bahoz û Çend nivîsarên din, 1956, r. 63, 65, 67
12 ) Cizîrî, Mela., amd. Selman Dilovan, Nûbihar, 2012, çap.2., r. 273
̶  Omer, Heyder., O. S. (1905-1993) Helbestvan û nivîsevan, 2005, Çap. Evra, Berlin/Almanya
̶  Kaynak, Yusuf, Drs., Jînenîgariya Cegerxwîn û Berhemên Wî, weş.Do, 2010, 
̶  Saraç, Yekta M.A., Prof. Dr., Eski Türk Edebiyatına Giriş: Biçim ve Ölçü,AÖF, 2012, 

Nîşe: Ev nivîsar di Kovara Wyê hejmara 51. de hatiye weşandin.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder